Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çend hey`eteke PDKÎ di salvegera avabûna Komeleyê de beşdarî kir

15:55 - 15 Şibat 2020

Roja Înê rêketa 25`ê Rêbendanê, hey`eteke Pêwendiyên PDKÎ di 50`emîn salvegera avabûna Komeleyê de amadebûn û bi vê hilkeftê birûskeya pîrozbahiyê pêşkêşê rêberayetiya Komeleyê kir.

Di vê derheqê de, hey`etek bi serperestiya “Îsmaîl Rehmanî”, berpirsê Pêwendiyên PDKÎ li bajarê Silêmanî beşdarî li rêûresma 50`emîn salvegera avabûna Komeleya Şoreşger a Kurdistana Îranê kir û peyama pîrozbahiyê bi vê hilkeftê pêşkêşê rêberayetî û tev endam û alîgirên Komelê kir.

Hervdem du hey`etê din bi serperestiya “Kemal Feroxî” kadirê Dezgeha Pêwendiyên PDKÎ û “Ehmed Silêmanî” kadirê Pêwendiyên PDKÎ li bajarê Silêmanî, beşdarî li rêûeresma roja avabûna Komele-Saziya Kurdistanî a Partiya Komonîstî a Îranê û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê kir û bi vê hilkeftê pîrozbahiya yada 50`emîn salyada Komeleyan li tev hevalên Komelê kir.