Di parêzgeha “Sîstan û Belêçistan”ê de, 3 endamên îtila`ata rejîmê hatine kuştin û rejîma Îranê ragihandiye ku ew ji aliyê girûpeke rêkxistinkirî ve hatine kuştin.
Roja Sêşemî 16ê Şibatê, navenda “Pêwendiyên Giştî û Gihandina Zaniyariyan” a Wezareta Îtila`ata rejîma Îranê daye zanîn ku: “3 endanên ser bi Îdareya Giştî ya Wezareta Îtia`at a Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, ji aliyê girûpeke rêkxistinkîrî ya tawan ve hatine kuştinê”, lê ti zaniyarîyeke zêdetir li derheq cihê şer û pevçûnê nedaye zanîn.
Parêzgeha “Sîstan û Belûşistan”ê, yek ji wan parêzgehan e ku bê dadwerî, tundûtîjiya karbidestên rejîmê di asta herî bilind de ye û xelkê wê parêzgehê, di dijwartirîn rewşê de dijîn û ji piraniya xizmetkarian bêpar in.
Parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û herwisa parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê, zêdetirîn amara kuştin û birîndarkirina xelkê ji aliyê rejîma Îranê ve heye û zêdetirîn asta binçavkirinên xweserane û bi kom jî di parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê de diqewimin.
Rejîma Îranê heta niha ti bernameyek bona xweşbijîviya xelkê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê tinebûye û bi zanebûn, ew xelk di dijwartirîn rewşa hejariyê de ragirtiye.