Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çend kesên Kurd di rêkxirava Elqaîdê de mijûlê çalakiyan in

12:42 - 13 Kanûna Paşîn 2021

Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihanndiye ku 3 kesên Kurd ku berpirsatiya girûpeke Kurd a “Elqaîdê” dikin, li sîrorê di navbera Îran û Îraqê de mijûlê çalakiyan in .

“Mike Pompeo” navê wan 3 kesan eşkere kir, ev “Îsmaîl Fuad Resûl Ehmed, Fuad Ehmed Nûrî Elşexan û Nê`imet Hemerehîm Hemeşerîf” in ku di rêkxirava “Elqaîd”ê de berpirsatiya Îslamiyên tundajo dikin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, zaniyariyeke zêdetir li derheq wan 3 kesan de nedaye.

“Mike Pompeo” di nûtirîn gotinên xwe de ragihand: “Bargeha nû ya Elqaîdê niha Îran e” û rejîma Îranê tawanbar kir ku di êrîşa 11ê “September”ê de dest hebûye.

Herwisa “Mike Pompeo” ragihand: “3 dehik in ku rejîma Îranê pêwendî digel rêkxirava Elqaîdê heye û alîkarî daye wê rêkxiravê û herwisa rejîma Îranê pere û pasport bo berpirsên “Elqaîdê” daye û Elqaîdê jî, kar bona parastina Îranê kiriye.