Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çend Kolber li ser sînorên “Newsûd û Şûşmê” birîndar bûn

13:17 - 18 Nîsan 2022

Êvara roja Yekşemî 28ê Xakelêwe, hêzên leşkerî yên rejîma Îranê, li ser sînorên “Newsûd û Şûşmê” teqe li hejmarek ji kolberan kirin û di encamê de çend kolber hatine birîndarkirin.

Ajansa Nûçegihaniya "Kurdpa"yê nasnameya wan çend kolberên ku hatine birîndarkirin wiha hatiye ragihandin: “Hesîb Ezîzî” xelkê gundê “Şimşêr” yê girêdayê bajarê “Pawe”,  “Sasan Xanî” xelkê bajarê “Selas û Bawecanî” rûniştiyê bajarê “Ciwanro”yê û “Hebîb” xelkê gundê “Şirwêne” yê girêdayî bajarê “Ciwanro”yê, “Se`idullah Husênî û Namdar Husênî” û herwisa “Mubîn û Mehdî” xelkê bajarê “Ciwanro”yê.

Hêzên ewlehî yên rejîma Îranê bi bê agehdarkirina berê teqe ji wan kolberan kirine.

Ew kolberane bi sedema berketina gulleyên saçimeyî desit, mil, sîng, ser, pişt û lingê wan birîndar bûne û bo çareseriya pizîşkî bo navendên dermanî hatine veguhastin.