Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çend Parêzgehên Îranê li ber zêde bûna Korona yê rewşekî xirab dane

12:56 - 16 Gulan 2020

Li parêzgeha Xûzistanê, 16 bajar di rewşa “Sor”dene û asta belavbûna vîrûsa Korona yê li ser canê xelkê wê parêzgehê bûye gefeke herî mezin.

Roja Şemî, 16`ê Gulanê, Parêzgarê Xûzistanê, “Xulamriza Şerî`etî”, awayê bilindbûna tûşbûn bi vîrûsa Korona di parêzgeha Xûzistanê de, bi cihê nigeraniyê daye zanîn û gotiye: “Rewşa 16 bajarên wê parêzgehê, “Sor” e û bi hegera zêdebûna qasê nexweşiya COVÎD19` ê, hewceye zêtetir rênimayî yên xwe parastinê bêne berçawgirtin.

Li ser wê mijarê, Berdevkê Wezareta Tenduristî yê rejîma Îranê, “Kiyanûş Cehanpûr” hişdariya zêdebûna tûşbûn bi vîrûsa Koronayê li parêgehên “Luristan, Sîstan û Belûçistan û Tewrêz”ê daye û herwisa gotiye ku rewşa belavbûna vîrûsa Koronayê di parêzgeha Xûzîstanê de sor e.

Herwisa kadrên dermanî û binkeyên saxlemî yên taybet bi vîrûsa Koronayê, rastî pirsgirêkên dijwar wekî kêmbûn a derman,kêm bûna  cihê man a nexweşan bûne.  

Piraniya xelkê Îranê di bin hêla belengaziyê de ne û tinebûna perê hewce bona kirîna hewceyiyên malê, bûye sedem ku bo peydakirina kar û pere ji malên xwe derdikevîn û rastî wê nexweşiyê bibin.