Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çend pêşmergeyên Herêma Kurdistanê di boseyeke çekdarên DAIŞê de şehîd bûn

12:48 - 3 Kanûna pêşîn 2021

Di dema êrîşa çekdarên “DAIŞ”ê bo ser gundê “Xidircîce” li ser sînorê “Qereçûx”ê li Herêma Kurdistanê, 7 pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ketvine nav boseya çekdarên “DAIŞ”ê û şehîd bûn.

Ew 7 Pêşmerge di dema rêgirîkirin ji derbasbûna çekdarên “DAIŞ”ê ku êrîş kiribûne ser gundê “Xidircîce” kevtibûne nav boseya “DAIŞ”ê û şehîd bûn.

Navê wan Pêşmergên ku şehîdbûne bi wî awayî ne: “Raîd Nefî Xule, Neqîb Fexredîn Seîd, Kamran Puşo, Senger Şerîf, Şukir Ebuzêd, Yasîn Mihemed û Nazim Ebdulareza.”

Her di vê derheqê de li 8ê Sermawezê, li ser rêya “Gûpan” li nêzî bajarê “Kifirî” çekdarên “DAIŞ”ê, êrîş kiribûne ser pêşmergên Herêma Kurdistanê, û di encam de Pêşmergeyek şehîd û sê pêşmergeyên din birîndar bibûn.

Herwisa li 6ê Sermawezê, terorîstên “DAIŞ”ê di devera “Tepîtelan” li ser sînorê “Kuleco”yê êrîşkiribûne ser pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û di encama teqîna bombên çandî yên çekdarên “DAIŞ”ê 5 pêşmerge Şehîd bibûn.

Di vê mehê de di navbera hêzên pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û Çekdarên “DAIŞ”ê de çendîn car şer û pevçûn qewimiye.