
Serkomarê Amerîkayê “Donald Trump”, roja Çarşemî li derheq avêtina “Mahwareya Nûr” ji aliyê Spaha Pasdara a terorîst ve bertek nîşan da û daye zanîn: “Em Îranê ji nîzîk ve temaşa dikin, em ji wan zêdetir li derheq Îranê agedarin.”
Herwisa navbirî got: “Dibêjin ew piropagendeya rejîmê bo televîziyonê bûye”.
Wezîrê Derve ê Amerîkayê, “Mike Pompeo”, jî daye zanîn ku, Îran dibe di vê derheqê de bersivdar be, û ev karê Îranê binpêkariya biryarnameya 2231 a Şêwreya Emniyet a Saziya Navnetewî ye.
Berdevka Wezareta Derve a Amerîkayê, “Morgan Ortegas”, roja Çarşemî 22`ê Nîsanê, dabû zanîn ku, Amerîka dosya ku pêwendî bi “Mahwar”eya Îranê ve heye, dê bibe Şewreya Emniyet.
Di vê derheqê de jî, Wezareta Derve a Îsra`îlê bi weşana daxuyaniyekê daye zanîn ku, Spaha Pasdaran a terorîst wekî saziyekî terorîstî hatiye nasandin û di bin tehrîman de ye û em wê karê Spaha Pasdaran şermezar dikin.
Wezareta Derve a Îsra`îlê di daxuyaniya xwe de, daxwaz ji civatgeha Navnetewî kiriye ku, li derheq avêtina mahwarê ji aliyê Îranê ve, şermezar bikin û tehrîmên zêde bêxine ser Îranê. Hemû ew karane ji aliyê civatgeha Navnetewî ve dibe sedemê wê hindê ku rejîm nekare kiryarên xwe yên têkderane û gefdar berdewam bike.