Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn bajarên parêzgeha Xûzistanê di rewşa avarte de ne

14:00 - 9 Gulan 2022

Bi sedema xwenîşandanên nerazîbûnan ên heyama 3 rojan ên li parêzgeha Xûzistanê, rewşa çendîn bejarên vê parêzgehê awarte ye.

Piraniya bajarên parêzgeha Xûzistanê ên wekî “Sosengird, Ehwaz, Hemîdiye û Şadigan”ê tevî hebûna rewşa awarte û milîtarîzekirina bajaran, hêla internet jî qut bûye û xwenîşandan di 3emîn roja xwe de berdewam in û herwisa hêzên rejîma Îranê dest bi binçavkirina xelkê kirine.

Pêka dîmenên hatinî belavkirin, rêjeya hêzên ewlehiyê yên rejîmê li bajarên parêzgeha Xûzistanê de pirr zêde bûne û herwisa hêzên dije şoreş jî bo wan bajaran hatine şandin.

Du rojan berî niha li bajarê “Îze”, xwenîşandanên berfireha ên nerazîbûnên xelkê hatin lidarxistin û hêzên serkutker ên rejîmê jî hewla rawestandina wan xwenîşandadan dabûn û çek bi kar anîbûn.