Roja Çarşemî 19`ê Cozerdanê, Îsraîlê careke din êrîşê ser binkeyên Spaha Quds a girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst li Sûriyê kiriye, û di wê êrîşê de çendîn kes hatine kuştin.
Çavedêriya Mafê Mirov li Sûriyê ragihandiye: “Wê êrîşê xisarên canî li pey xwe hebûye”, lê wê Saziyê basa hejmara kuştî û birîndaran nekiriye.
Pêka nûçeyan, Îsraîlê ji esmanê Lubnanê ve çendîn mûşek ber bi aliyê Sûriyê ve teqandine û pêka nûçegihanên Sûriyê, piraniyan wan mûşekan ji aliyê dijemûşekên ve di esman Sûriyê de hatiye teqandin.
Herwisa hatiye ragihandin ku Îsraîlê, li bajarên “Demişq, Laziqiye û Homs”ê de, binkeyên Spaha Quds a girêdayê Spaha Pasdaran bi dijwarî hatine bombebarankirin.
Berpirsên Îsraîlê bi caran ragihandine ku derfetê bi rejîma Îranê nadin ku bi rêya milîsên girêdayê xwe ve û Spaha Quds aloziyan bo Îsraîlê biafirînin û Îsraîl bi mafê xwe dizane ku bi dijwartirîn rewşê wan bombebaran bike an wan bike armanca mûşekan.