Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn girûpên çiyagerî bi helkefta salroja şehîdkirina şehîdên kesk, rêpîvan kirin

13:58 - 26 Tebax 2020

Çendîn girûpên çiyagerî di salroja şehîdkirina şehîdên jîngehê de, bona rêz û emegnasî û bi bîranîna wan, çendîn rêpîvan kirin û bîranîna wan şehîdan bi bilind ragirtin.

Roja Duşemî, 24ê Tebaxê, girûpa çiyagerî ya “Qendîl a Merîwan”ê, bona rêzgirtin ji bîr û navên şehîdan “Şerîf Bacwer û Omîd Konepoşî” ji gundê “Sêf”ê ber bi gundê “Pile”yê rêpîvan kirin.

Ji aliyekî din ve, girûpa çiyagerî ya “Kêleşîn” bi serkevtin li ser çiyayê “Mîracî”yê de, yadê şehîdên jîngehê, bilind ragirtin.

Herwisa li roja Dûşemî, 24ê Tebaxê, hevdem digel salvegera şehîdkirina şehîdan “ Şerîf Bacwer û Omîd konepoşî”, girûpa çiyagerî ya “Qarava”bi rêpînan ji cihê şehîdbûna wan şehîdan heya li ser tirba wan ya pîroz rêpîvan kirin û bîranîna wan, bilind ragirtin.

Hevdem endamekî komîteya gundan yê “Encumena Kesk a Çiya” bi navê “Rêbwar Weysî” ji gundê “Rezav” heya li ser tirba şehîdên jîngehê, rêya bi qasî 45 kîlomertan birî û emegnasiya xwe di hember rêbaza hizra kesk, da xuyakirin.

Endamên encumenên jîngehparêzan û herwisa xelkê hogirê jîngehê û welatperwerên Kurdistan ê, bi taybet yên bajarê Merîwan ê, her salê, bi bîranîn a şehîdên jîngehê, emegdariya xwe derheq cangorîkirina şehîdên hizra kesk, didne xuyakirin.