Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn kolberên xelkê Urmiyê hatine kuştin û binçavkirin

17:45 - 20 Îlon 2021

Pêka nûçeya ku gihîştiye bi “Kurdistanmedia”yê, çendîn kolberên xelkê gundê “Koran” ê ser bi devera Soma û biradost a ser bi Urmiyê, rastî boseya hêzên Artêşa Tirkiyê hatine û di encamê de du kolber hatine kuştin û 8 kolber jî hatine binçav kirin.

Çavkaniyekê nasnameya wan du kolberane wiha bi “Kurdistanmedia”yê re daye zanîn, “Sozdar û Elîşan Ehmedî”. Ev sibêdeha duşemî kevtine boseya Artêşa Tirkiyê û bi gulleyên rasterast ên hêzên Tirkiyê canê xwe ji dest dane.

Heta niha zêdetrir ji deh kolberên xelkê gundê Koranê ji aliyê hêzên rejîma Îran û Tirkiyê ve hatine kuştin û birîndarkirin.