Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn teqînên mezin li Padigana Sipaha Quds li rojavaya Tehranê

12:49 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2020

Gorî zaniyariyên ku li ser torên civakî belav bûnî, şewa derbas bûyî çendîn teqînên mezin bi dû hevde li padigana Sipaha quds li nawça Germdere, li rojavayê Tehranê û nêzîkî Kerecê çêbûne û hemî kesê deng û çevqa agirê teqînan dîtin û bihîstin.

Herêma Germdere kevtiye navbera Tehran û Kerecê, û çendîn binkeyên serbazî û padiganên pêgihandina Sipaha Quds di vê herêmê dene.

Tête gotin ku di gel wan teqînane, Berqa wê herêmê qut bûye.

Heya niha jî ti zaniyariye li ber dest nîne ku kanê sedem û xisara wan teqînane çi bûye, lê piraniya bikarînerên torên civakî li ser wê bavirêne ku, ew teqînên berdewam ku her şewê cihekê diqewime, hemî bi hegera êrîşa derekî û yêk ji wan bi sedema êrîşa Îsra`îl vê ne.

Berdewam di heyamê hefteyekê de, ewa teqîn û derbe jê kevtina bi 6 emîn navend û binkê serbazî û embarên cebirxanan û yêk ji wan navenda navokiye rejîmê li netenzê bû.

Lê heya niha jî rejîma Îranê xwe mat kiriye û sedemê wan êrîş û teqînan eşkere nekiriye û dixwaze mat bike.