Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn welatan pilanên terorîstî yên Hizbulaha Lubnanê şermezar kirin

12:48 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2022

Di civîna “Girûpa Hevahengîkirin bo Birêveberiya Yasa”yê de ku ji aliyê 30 welatan ve bi rê ve çû, çalakiyên terorîstî û nerewa yên Hizbulahê şermezar kirin.

Di wê civînê de pilanên berdewam yên girûpa Hizbulaha terorîst yên mîna kirîna çek û teqemenî û bernameyên malî li seranserê cîhanê û çawaniya pêşîgritin ji çalakiyên vê girûpê li seranserê cîhanê de tekezî kirin.

Herwisa di vê civînê de berpirisên Wezaretên Amerîkayê yên weke Wezareta Derve, Wezareta Dadwerî, Wezareta Xezînedarî û nûnerên Lêkolîna Federal a Amerîkayê ya “FBI” û îdareya Berevenîkirin li hemberî madeyên hişber jî beşdar bûn.

“Girûpa Hevahengîkirin bo Bêrêveberiya Yasayê” ku ji 30 welatên cîhanê pêk hatiye, di nehmîn civîna xwe de tevî şermezarkirina kiryarên terorîstî yên girûpa Hizbulahê, li ser piştevaniya rejîma Îranê ji vê girûpê tekezî kirin.

Nehmîn civîna “Girûpa Hevahengîkirin bo Birêveberiya Yasayê”, li rojên Çarşemî û Pênçşemî li rêkevta 29 û 30`ê Hezîranê, bi beşdariya nûnerên  30 welatên Ewropa, Amerîkaya Bakur û Başûr, Amerîkaya Navendî, Herêmên pehnaviya Aram, Hindustan û Aferîqayê hate lidarxistin.