
Kurdistanmedia: Cenetî birêveberê 91 salî ê Şêvra Çavdêriyê ragehandiye ku dibe em bizanin ku di warê hêzên şoreşger, dewletî, çandî û aborî em di çi rewşekê de ne, û piştre dibe em erkên xwe cîbicî bikin.
Cenetî Birêveberê Şêvra Çavdêriyê ragehandiye ku çil ser bi ser şoreşa Îslamî re derbaz dibe, û hertim me kêşeyên curbicur hebûne. Şoreşek ku dixwaze guhertinan pêk bîne, aramiyê nabîne, lê dijmin her roj kêşeyan zêde dike, û hinekî jî diçne rîza dijminan de.
Cenetî bi gotina vê ku dibe em peyrewê rêber bin, got: Hejmarek ji ciwanan kêşeyan dibînin, bêkarî, nexwendewarî, rewşa aborî. Lewra jî hawara wan bilind dibe, lê dibe bizanin ku bi tundûtîjiyê, û bi şikandina şûşeyan kêşe çareser nabin.
Wî hewl daye ku di vê axavtina xwe de, xelkê Îranê ji hewldana bo guherînkariyan bitirsîne, û bêje wan, ku hekî hûn guherînê pêk bînin, bizanin ku dijmin wê çi bellayekê bîne serê we.
Wî îşare bi diruşma xelkê ya ku digotin “Ne Xeze, Ne Lubnan” jî kir, û got: Hekî xizmetên Îslamî nebûna, bizanin ku Amerîka, Îsraîl, û munafiqîn û DAÎŞ`ê, wê çi anîbana serê we? Hekî em di Xeze, Lubnan, û Sûriye û Îraqê de nebûnaya, DAÎŞ`ê Wê Çawa serderî digel we bikiriba?
Cenetiyê 91 salî, ku di vê temenêde jî, amade nîne kursiyê Şêvra Çavdêriyê berde, îşare bi kêşe û arîşeyên ciwanan jî kir, û got: “Dibe ew tab û tehemulê bikin, û taqeta wan hebe, hemû kêşeyên welat dikarin çareser bin, ew xwedayê ku çil salan em parastin, niha şûnda jî wê me biparêze. Wî got ku Spahî û Besîcî hêz û leşkerê xwedê ne, dibe em nehêlin ku zarokên me rastî bêhêvîtiyê bên”.
Ji axavtinên Cenetî re xûya dike ku ew çiqas nîgeran û perîşan bûne, lewra daxwaza sebr û tehemulê ji xelkê dikin. Lê ew nabêjin ku li gora kîjan bername û pilanan û kîjan sîstema birêvebirinê (mudîriyetê) rejîma wî dikare kêşeyan çareser bike!. Herwisa bi tu awayî bas ji sedemên têkçûna rewşa welat heya vê astê jî nekir.