Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cêo Baydên ewlehiya netewiye Amerîka xistiye nava metirsiyê

11:43 - 27 Kanûna Paşîn 2022

Yasadanerên Komarîxwaz piştî dest li kar berdana 3 kes ji endamên tîma danûstandinkare Amerîka yên derheq pirsa nevokiye Îranê, rexne ji serkomarê Amerîka girtin û ragihandin ku gelek nerm li hember Îranê de reftarê dike, û daxwaz kirin ku bila vegere bo ser siyaseta givaşa zêdeye Tiramp.

Roja Çarşemiyê 26ê Kanûna Paşîn a 2022an, 34 nûnerên kongira Amerîka li derheq nermiya helwêsa Amerîka li hember rejîma Îranê, nameyek bo Cêo Baydênê serkomraê wî welatî re şandin û jê xwastin ku li danûstandina digel rejîma Îranê micid be û li egera dirêjî kêşana danûstandinên li Viyenê, bila bijardeyekî dinê wekî “ B “ li hember rejîma Îranê de li ber destê me hebe.

Maykêl Waltêz, nûnerê Filorydya, ku di Rojhilata Navîn de wekî “Kum Keskê” jêhatiye artêşa Amerîka têtê naskirin û xizmet kiriye, daxwaz ji cêo Baydên kir ku hewceye dewleta Amerîka berdewam be li ser siyaseta givaşa zêde bo ser rejîma Îranê, û bi micidî li hember pêşketina bernama Navokî, berfireh kirina Mûşekan, û destêverdana li welatan û terorîzma rejîma Îranê de bi micidî raweste, û bo berengar bûna digel Îranê rêkevtinama Abraham bo xwe bike hêla sereke