Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çeperên Kurdiniyê bi milê bi qawete gel avedantir dibin

17:45 - 18 Gulan 2020

Dewreya 242 a destpêka “Pêşmergê di yêk ji binkên sereke ye PDKÎ yê de, bi serkevtî dawî pêhat û keç û kurên evîndarê azadiyê, çeka pir ji şanaziya pêşmergatiye hevêtne milê xwe.

Rêûresim bi sirûda netewî a “Ey Reqîb” û ragirtina demek bêdengî bona rêzgirtin ji canê pakê Şehîdên Kurd û Kurdistanê, destpêkir.

Ew rêûresim bi pişikdariya berpirsên siyasî û nizamî, kadir û pêşmergeyan bi rê ve çû.

Piştre, Fermandeyê Hêza 127 a Pêşmerge,“Xalid Xaldar”, bi hilkevta bi dawî hatina dewreya 242, bo beşdaran re axivî.

Piştî hingê pexşanek bi navê “Rabûn ji xev” ji aliyê beşdarbûyê dewrê, “Aso”, ve hate pêşkêşkirin.

Di parekî dinê ya rêûresmê de, rapora dewrê ji aliyê Mamostayê dewrê, “Serwer Me`irûfî” ve, hate pêşkêş kirin.

Peyama dewrê ji aliyê beşdabûyê dewrê, “Mihemed” ve hate pêşkêşkirin.

Piştre sirûdek bi navê “Silav Pêşmerge” ji aliyê pêşmergeyên dewrê ve hate pêşkêşkirin.

Wekî resma hertimî a dewereyan, kesên serketî yê Yekim heya Sêyem di ceribandina siyasî, Nizamî û parastina dîsîplînê de hatine xelatkirinê.

Ew xelat ji aliyê “Xalid Xaldar û Xelîl Milan” ve pêşkêşî wan kesên serketî hatine kirin.

Rêûresim bo sitrana beşdarbûyê dewrê, “Ce`ifer” ve, bi dawî hat.