Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çeperên xebatê avedantir dibin

12:46 - 1 Adar 2020

Dewreyeke din ya destpêkî a pêşmergên PDKÎ bi awaykî serketî bidawî hat û refek din ji kur û keçên xebatkar, tevlî çeperên xweragiriyê bûn.

Roja Înê, 9`ê Reşeme, dewreya 241 a destpêkî ya Pêşmerge, ji aliyê Fêrgeha Hêza Pêşmergê Kurdistanê ve û bi rê ve çû, birêvebirina rêûresmê li çiyayên Kurdistanê bidawî hat.

Destpêka wê rûêresmê, bi xwendina sirûda netewî a “Ey Reqîb”, û sekînandina xûlek bêdengî jibo rêzgirtin ji canê paqij ê Şehîdên Kurd û Kurdistanê ji aliyê beşdarbûyên dewreyê ve dest pêkir.

Ew rêûresme bi beşdariya berpirsên siyasî û leşkerî, kadir û pêşmergeyan ve bi rê ve çû.

Di wê rêûresmê de, Fermandeyê Hêza 115 a Hêza Pêşmergê Kurdistanê, “Behmen Dêhqan”, bi boneya dawî hatina dewereya 241 a destpêkî  ya pêşmerge çend gotinek pêşkêş kir.

Piştre helbestek bi navê “Ez kîme” (Min Kêm), ji aliyê beşdarbûya dewreyê, “Mehnaz”ê ve hate pêşkêşkirin.

Di berdewamiya rêûresmê de, rapora Perwerde ya Fêrgehê, ji aliyê mamostayê Fêrgehê, “Xelîl Milan” ve hate xwendin.

Piştre helbestek bi navê “Kurd û Neyar”, ji aliyê beşdarbûyê dewrê, “Jîwan” ve, hate pêşkêşkirin.

Peyama dewreya 241 a destpêkî ya Pêşmerge, ji aliyê beşdarbûyê dewreyê “Dana” ve hate xwendin.

Piştî xwendina peyama dewreyê, ji aliyê beşdarbûyên dewreyê ve sirûdek bi navê “Pêşmerge” hate pêşkêşkirin.

Wekî resma hemû dewreyan, 3 kesên yekem ji aliyê ceribandina leşkerî û siyasî, û 3 kesên yekem jî, ji aliyê reftar û disîplînê ve hatine xelatkirin.

Ew xelatane ji aliyê “Behmen Dêhqan” û herwisa “Budax Budaxî” ve, bi serketiyên wê dewreyê di wan 2 qonaxan de, hatine pêşkêşkirin.

Rêûresim bi sitrandina sitranek ji aliyê beşdarbûyeke dewerê bi navê “Se`idî” ve û xwendina helbestek bi navê “Newroz û Agir” ku ji aliyê Pêşmergê hêza 122 a Hêza Pêşmergê Kurdistan, “Îhsan Restigar” ve hatibû pêşkêşkirin, bi dawî hat.