
Kanala nûçegihaniya dengûrengê rejîma Îranê di şanoyeke sextede de wekî hemû caran, hewlê dide pêgeha Partiya Demokrat li nav civaka Kurdistanê de xirab bike.
Spaha Pasdaran di devera “Çilçeme” ya ser bi bajarê “Dîwandere” yê li cihekê şanoya vekolînê lidar xistiye û îdia dike ku 37 salan berî niha di wî cihî de jinek a bi navê “Fatime Esedî” ku hevjîna wê ji aliyê Hizba Demokrat ve hatiye binçavkirin û piştî azar û îşkenceyan hatiye kuştin.
Ew hewla rejîma Îranê wekî karên wan yên din ên çewit û derwe, bi tenê bo derb lêdan bi xweşewîbûna û pêgeha Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li nav civaka Kurdistanê ye.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di rewta xebata xwe ya bi dehan sale, bi sedan caş û pasdarên rejîma Îranê bi dîl girtine û piştre azad kirine.
Rejîma Îranê bi berdewamî bo xeletandina hizra giştî û perdepoşkirina cinayetên xwe yên li dijê mirovayahiyê, dest bi çêkirin û belavkirina şanoyên wiha sexte dike.