Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çewtekariyên berpirsên rejîmê berdewamin

12:08 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Parêzerê parêzgeha Îlamê daye zanîn ku, heya niha 50% ji avahiyên zirarberketî yên lehiyê ên parêzgeha Îlamê hatiye avedanîkirin.

Li gorî nûçeyên navxweyî yên belavbûyî, parêzerê parêzgeha Îlamê Qasim Silêmanî Deştekî gotiye ku, me heya niha 626 milyard tûmen bo deverên zirarberketî yên lehiyê di nêrînên xwe de girtiye, û heya niha me 50% ji bo wan deveran terxankiriye û avahiyên wan avedan kirine.

Herwisa navbirî daye zanîn ku: Pirên ku bi sebeba lehiyê jinav çûbûn me hemû çêkirine û ji nû ve avedankirine û herwisa asta betalî di sala 1392`an de zêdeyê 17% ji bû, û di sala 1397`an de 11.2% ji bû, û li sala 1398`an 9.3% ji bûye û ewe jî nîşaneya hatina xwarê ya asta betaliyê di wê parêzgehê de ye.

Axavtinên wî karbidestê rejîmê û binav parêzer ê parêzgeha Îlamê di demekê de ne ku, dinav hemû axavtinên xwe de çewtekariyan dike û tenê axavtinê wala dike, berevajiya axavtinên wî binav parêzer, heya niha jî rejîma Îranê tu hewlek bo wan zirarberketî ên lehiyê nedaye û herwisa xekên wî parêzgehê li gor parêzgehên din hejartirîn xelk têne xûyakirin, û rejîma Îranê xeynî wê ku xelkên wan deveran bi awayên cuda tepese dike lê berdewamî jî dest ji çewtekariyên xwe bernadin.