Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çewtekariyên Heyva Sor a rejîmê berdewamin

18:03 - 11 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Berpirsê Heyva Sor a rejîmê, derheq rewşa lehîlêdaiyên bajarê Xozistanê çewtekariyan dikin.

Elîesxer Peywendî, berpirsê Heyva Sor a rejîmê, derheq rewşa lehîlêdaiyên Xozistanê çewtekarî kiriye û gotiye rewşa lehîlêdaiyên Xozistanê cihê nigeraniyê û ji aliyekî din ve jî tekezkiriye ku rewş heya niha jî negihîştiye asta kirîzê.

Ev axavtinên beripirsê Heyva Sor di demekê deye ku, Berdevkê Saziya Birêveberiya Kirîzan  bas ji valakirina 240 gundî li derdora Xozistan û Ehwazê kiriye û herwisa Saziya “Nêhzet û Sevadamûzî” û nûnerê taybet yê Wezîrê Perwerde û Hînkirina Luristanê jî bas ji herifîna 81 xwendingeh û 344 polên dersê kiriye û herwisa bas ji vê jî kiriye ku, 550 xwendingehan hewcehî bi nûkirinê hene û alavên 121 xwendingehan ji bi sedema rabûna lehiyê ji nav çûne.

Çewtekariyên berpirs û saziyên dewletê di demekê de ne ku, xelkê deverên ku rastî rabûna lehiyê hatine bi taybet Luristan û Xozistan û Ehwaz, rastî zirarên zêde yên malî û canî hatine û berpirsên rejîmê jî bi cihê ku bi hawara xelkê de biçin destkirine bi çewtekarî û veşartina zirarên vê bûyerê.

Ji aliyekî din ve jî rejîm, tevî xemsariyên derheq rewşa lehîlêdaiyên bajarê Îran û bi taybet Kurdistan, êrîşî ser çalakvanên medenî  dike û pêşî ji komkirina alîkariyên xelkê bo deverên lehîlêdaiy digire û heya di hindek deveran de, digel hevwelatiyên lehîlêdaiy  rastî şer hatine.