Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çewtekariyên rejîmê li ser kolberan dawî pê neyê

12:42 - 22 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Berpirsên rejîmê piştî her bûyerkê ku bo kolberan diqevime, dest dikine bi çewtekariyan.

Berpirsên rejîmê, di dema can jidestdana kolberan de, bas ji afirandina kar bo wê para ji xelkê hejar dikin, lê piştî çend rojan rewşa dijwar a jiyana kolberan wekî xwe dimîne û sozên berpisan dibin bilqên ser avê.

Xamineyî berê di derheqê kolberan de gotiye, “Armanca min ji qaçax, ew nîne ku kolberekî belengaz ku barekî bi pişta xwe ji wî aliyê sînor bo aliyê dinê vediguhaz e, ev tu giring nîne û hewce nake di hember de rawestin”.

Lê fermana gullereşandin û teqeyqa rasterast ya hêzên rejîmê ku ji aliyê berpirsên rejîmê bi taybet Xamineyî ve hatiye danê, ti rojek nîne ku can ji kolberekî kurd nestîne, ji aliyekî din ve, bo sivikkirina kesatiya malbatên ku kesên xwe ji dest didin, ji aliyê berprsên rejîmê ve, fermana dana hinek ji hewceyiyên kêm bi wan tête danê, wekî pereyek ku didine xazokekê, wekî karê “Îshaq Cehangîrî” ku ferman daye, alîkariya malbata “Ferhad û Azad Xusrevî” bikin, ku can ji destdana wan tirajidiyekî mirov li Kurdistanê bi sedema siyaseta dijî mirovî ya rejîmê ye, zulma dujmin ji aliyekî û dijwariya jiyana xelkê Kurdistanê ji aliyekî din ve wê helbestê tîne bîra mirov:

Baba bo nan can da

Îro zarok bo nan can dida.