Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezaya darvekirina du girtiyên siyasî yên Kurd hat ecibandin

21:39 - 23 Nîsan 2014

kurdistanmedia: Hukma darvekirina du zîndaniyên siyasî yê Kurd bi navên Elî Efşarî û Hebîb Efşarî ji aliyê Şêwira Bilind a Îranê ve hatiye ecibandin û niha tirsa lidarvekirinê wan li gorê de ye.

Li gor nûçeya gihîştî malpera Kurdistanmedia, roja Sêşemî 22’ê Nîsan a 2014’an, cezaya îdama Elî û Hebîb Efşarî ku ji aliyê liqa 31’a Şêwira Bilind a Îranê ve hat teqez kirin, ji aliyê bazneya rêveberiya cezayan ya girtîgeha Urmiyê ve bi fermî bi wan du girtiyên siyasyî yê Kurd hatiye ragihandin.

Nûçegihandên nubedarên mafên mirov a Kurdistanê, li devê çavkaniya hayîdarê li dosya wan du zîndaniyên siyasî yê Kurd bilav kiriye, Elî û Hebîb Efşarî hevdem tevî birayek din bi navê Sultan Efşarî bi nîşana narizayetî li hemberê vê hukmê dest dane gireva birçîbûnê.

Li gor wê çavkaniyê, Sultan Efşarî ku li girtîgeha navendî a Urmiyê de ceza 5 sal zîndanî heye, îro Çarşemî ligel birayên xwe dest bi gireva birçîbûnê dane.

Hebîb û Elî Efşarî ji aliyê dadgeha Şoreşa bajarê Mihabadê ve bi sûça Muharibe ji rêya endambûn û çalakiyên teblîxî bo partiyên Kurdî yên dijberî rejîma dîktatora Îran ceza darvekirinê bi ser wan de sepandin.

Du birayên din ên wan girtiyên siyasî bi navên Ceifer û Welî Efşarî bi sûça hewldan dijî tenahiya neteweyî hukma 5 sal zîndan bi ser wan de hat sepandin û niha li girtîgeha navendî ya bajarî Urmiyê da ne û heyamê hukma wan derbas dibe û ji mafê mulaqatê bêbarin.