Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezaya girtîgeha hetahetayî bo “Hemid Nûrî” berteknîşandanên cuda li pey xwe anîn

12:54 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2022

Piştî vê yekê ku dadgeha Stockholmê cezaya hetahaetayî bi ser “Hemîd Nûrî” de da, Saziya Lêbihorîna Navnetewî û herwisa Wezareta Derve ya rejîma Îranê bertek ji xwe nîşan dan.

Hemîd Nûrî bi sedema beşdarbûn li kuştina hezaran hepsiyên siyasî li sala 1367an a Rojî, ji aliyê dadgeha Stockholm li welatê Swêdê, di roja Çarşemî 13ê Tîrmehê de, bi girtîgeha heta hetayî hate cezakirin.

Cihgira Ofîsa Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqa ya Saziya Lêbihorîna Navnetewî “Diyana Eltehawî” li derheq vê biryara dadgeha “Stockholm”ê got: “Ew biryarek bê mînak û dîrokî li rêya dadperwerî di derheq mafê malbatên girtiyên îdamkirî de ye, ew peyam eger bi dereng be jî peyamek rohn bo berpirsên Îranê ye ku, bikerên cinayet li dijî mirovahiyê, ti car nikarin ji destê edaletê birevin”.

Herwisa Wezareta Derve ya rejîma Îranê tevî banghêjkirina Kardarê Balyozxaneya Swedê û daxwaza azadkirina lezgîn a “Hemîd Nûrî”, nerizayetiya xwe li derheq cezaya hetahetayî ya “Hemîd Nûrî” nîşan da û ew bi biryarek li dijî serwerî û serbixweyiya desthilta dewletan û biryarên navnetewî da xuya û ragirtina “Hemîd nûrî” di odeya take kesî de wekî îşkence daye zanîn!