Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çi demek bo nîşandana nerazîbûnan bicî ye?

19:05 - 4 Hezîran 2018

Zanyar Sablaxî

Di heyama yek sala borî de beşeke berçav ji texên civaka Îranê bi sedema girîngîpênedana Komara Îslamî ya Îranê bi jiyanê û rewşa derbazkirinê, çendîn civînên nerazîbûnê di bajarên curbicur ên Îranê û li pêşberî demûdezgehên rejîmê bi rê ve birin, ku her yek ji wan bi awayekî bi hêceta nebûna îznê, neyasayîbûn, û birêveçûna di dema nebicî de, rastî tohmet û boxtanan hatin, û di encam de jî bêbersiv man.

Civînên nerazîbûnê ên maljidestçûyiyan û kêşeya perê wan ên li bankan de, civînên kedkaran bi sedema nedan û paşxistina mûçeyên wan, û kêşeya nebûna bîmeyê, û li ser kar derxistin, û civîna mamostayan, û ferhengiyan li hinek bajarên wekî Îsfehan, Şîraz, Tehran, Kirmaşan û …hwd, bi sedema xirabiya rewşa jiyanê û kêmiya heqdest û li dijî taybetîkirinê, perwerdehiyê, ku wergirtina mehane ji dersxwanan digre xwe, û ew jî li dijî yasya xwendina bi xorayî ye, bi rê ve çûn. Herwisa daxistina beşek ji bazara Tehranê jî beşek ji van hereketan bûn.

 Eva ku çi yek ji van civînan bersiva erênî û dilxweşker ji aliyê rejîmê û demûdezgehên pêwendîdar ên xwe ve pê nehatiye dan, di Komara Îslamî de tiştekî carr û pêvajoyeke asayî ye, jiber ku ya ku bi awayekê pêwendî bi jiyan û derbazkirin û ewlehiya xelkê ve hebe, ji dîtingeh û baweriya rejîmê ve bêbuha ne, û cihê xwepêvemandîkirin û bersivdan û pêregihîştinê nînin, ne tenê her ew, belku girtin û lêdan û bêhurmetîkirin bi meşvanan, bi erka rejîmê û demûdezgehên serkutker û emniyetî ên xwe dizane, û di vê derheqê de ji tu zext û kerametşikêniyekê dest hilnagirin.  

Her di vê çarçoveyê de, tenê di yek-du mehên borî de dehan û heta sedan kes ji beşdarên civînê çi ji maljidestçûyiyan, çi ji kedkaran, Ferhengiyan, û çi ji kolberan û kasibkarên li ser sênor hatine destbiser kirin, û digel çarenûsa nediyar berbirû bûne, ew pêvajoya jî, di reftarên dijîmirovî û wan tundûtîjiyên zalimane ên rejîmê her di destpêka gihîştina Komara Îslamî bi deshilatê, li hemberî neraziyan de her hebûye, lê di her qonaxeke rewşa aloz ya rejîmê de asta ragirtin, û tundûtîjînîşandanan bi hêcetên curbicur ên nerewa zêdetir û berfirehtir bûne.

 Di rewşa niha de ku rejîm li derveyî welat û derheq hilweşiyana Bercamê de xwe li jêr zextê de dibîne, û metirsiya ducarîbûna dorpêçên pêşîn berbirûyê xwe hest pê dike, di navxwe ya welat de serbarê nîşandana hemû cure zext û tundûtîjiyekê li hemberî xelkê nerazî, ew nerazînîşandan her wisa dom hene, û her carê û ji aliyê texekê, û li bajar û cihekî serî hildidin, û Komara Îslamî dixwaze vê rewşê zêdetir û brfirehtir bi kar bîne, û bo vê mebestê jî boxtaneke “dijî ewlehiya neteweyî” li her hereketeke bilome û her civîneke nerazînîşandanê bide.  
Destpêka rewteke nû ji van tohmetan di axavtinên Wezîrê Perwerdehiyê yê rejîmê de bi zelalî derdikeve, ku piştî civîna nerazîbûnê ya mamostayan û ferhengiyan ragehand ku ew hereketane di rewşeke siyasî û taybetî ya niha ya rejîmê de, ne jîrane ye, û ne jî cihê qebûlkirinê ye. Bi berçavgirtina

Vê rastiyê ku rejîm li derve tevdanîkar û di navxwe de jî kirîzafir e, pirs ew e ku gelo dema hêja û bicî ji dîtingeha rejîmê ve bo nîşandana nerazîbûnan û daxwaza maf û heqdestê hêjayî xwe, ew jî bi awayê aram kengî ye?!

Ya ku cihê jêhûrbûn û bêbandorkirinê ye, ew pîlana rejîmê û demûdezgehên wê ên serkutkar e ku bi xistina tirsê di nav xelkê û texên curbicur ên civakê, bandorê li ser nerazîbûnan û pêdagiriya wan li ser daxwazên xwe û pêdagirbûna wan li ser domandina nerazîbûnna nedanê, û berdewam bin li ser daxwaza mafên xwe, û hekî bi gotina rejîmê dema nerazînîşandanê ew be ku Komara Îslamî ya Îranê bê kêşe be, tu carî derfeteke wisa çê nabe, jiber ku navika rejîmê û siyaset û kiryarên wê kêşesaz in, û encama van siyaset û kiryaran jî bi zirara xelkê û dabînbûna mafên wan e.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine.