Pêka nûtirîn berevirdên navendên ewliyên Amerîkayê li derheq Îranê, rejîma Îranê bi berdewamî li pey qahîmkirina çeperên xwe li welatên li jêr bandora xwe de ye û bi rêya hêzên girêdayê xwe li deverê mijûl e.
Serokê saziya “CIA”yê “William J. Burns” di civîna Komîteya Meclîsa Nûnerên Amerîkayê ku salane bi rê ve diçe û berpirsên payebilnd ên ewlehiyê jî beşdarê wê civînê bibûn, ragihandiye: “Serewey wê yekê ku encama Bercamê dê çi bibe, Îran her gefek berdewam li ser Amerîkayê ye”.
Pêka berevirdên navendên ewlehiya Amerîkayê, rejîma Îranê bi awayê rasterast an bi mifahvergirtin ji girûpên girêdayê xwe li deverê, dê gefên xwe li ser kesên Amerîkayê li Rojhilata Navîn de bidomîne û micid e ku wekî dehika derbasbûyî, berçav girtiye ku torên kuştina xelkê çê bike.
Herwisa wan navendan daye zanîn ku Îran li pey tolhildana kuştina “Qasim Silêmanî” ye ku berpirsên berê û yên niha yên Amerîkayê bike bi armanc û di hundirê Amerîkayê de jî hewla kuştinê daye.
Herwisa bas ji êrîşên saybêrî, bernameyên mûşekiya Îranê û şandina wan mûşekan bo girûpên terorîstî li dijî Îsraîlê û bernameya navkiya rejîma Îranê jî hatiiye kirin ku armanca wê berhemanîna çeka navkî ye.