Çêkirina rê bo kangehekê li bajarê “Bokan”ê bûye sedema jinavçûna cihê jiyana “Çirg”an di vê deverê de.
Ew rêya li bitara çiya re derbas dibe û tevî têkdana cihê jiyana wan teyran, jîngeha wê deverê jî têk daye.
“Çirg” balindeyeke ku di deştên pan û befireh û bê dar de dijî û bi balindeyek e ku ber bi jinavçûnê ve diçe û hejmareke kêm ji wan balindeyan mane.
Deşta “Sûtaw” bi panahiya 400 hêktaran di gundê “Hemamiyan” a ser bi bajarê “Bokan”ê, bi sedema hebûna rewşek baş bo wê balindeyê, girîngtirîn cihê jiyana “Çirg” di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de ye.
Çalakvanên jîngehê li derheq çêkirina rêyan û têkdana cihê jiyana wê balindeyê şikayet li Wezareta Pîşe û Kangaha Rejîmê kirine lê heta niha bersivek bi wan nehatiye dan.
Ew core balindane ber bi jinavçûne ye û parastina ew darayiya sirûştî di deverên Kurdistanê de erk e lewma divê hemû aliyek û saziyên medenî girîngiyê bi vê yekê bidin.
“Çirg” mezintirîn balendeye ku şiyana firînê heye û yek ji civaniyên sirûşta Rojhilatê Kurdistanê ye.