Kurdistanmedia: “Karwanseraya Şa Ebas” li bajarê Qesra şîrîn, li dema bûyera erdhejê di parêzgeha Kirmaşanê de, ziyaneke zêde berket û heya niha nehatiye çê kirin.
Karwanseraya Şa Ebas, li bajarê “Qesra Şîrîn” a girêdayê parêzgeha Kirmanşanê ye, û yekek ji cihê dîrokî yê wê deverê tê hejmar, ku li dema bûyera erdheja Dul sal a berê niha ya parêzgeha Kirmaşanê, ziyaneke berçav lê ketiye û gefa jinavçûnê li serê ye.
Ew karwanseraye, ku li navenda bajarê Qesra Şîrîn hilketiye û rojane dehan kes û geştiyar serdan dikin û wekî bazareke biçûk lê hatiye.
Heya niha berpirsên rejîmê tu girîngiyek nedane wê cihê dîrokî û heta di rêzbenda avadankirina de jî nîne.
Di dema erdheja Kirmaşanê de, Karwanseraya Şa Ebasî, Kela Yezdgir li bajarê Dalahû û Zîc Minîje li Serpêl a Zehaw, bi sedema erdhejê ziyan ber ketine.
Ew cihên dîrokî bi sedema guh nedana perpirsên rejîmê jinav diçin.