Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cihgira berê ya Serkomarê Îranê bi hepsê hate cezadan

12:37 - 6 Kanûna pêşîn 2020

Cihgira berê ya Serkomarê rejîma Îranê, “Şehîndoxt Molavêrdî”sûçê teblîx bi dijî rejîmê û sîxurîkirinê bi 2 sal û 6 mehan hepskirinê hate cazadan.

Cihgira berê ya “Karûbarê Jinan û malbat”ê ya Serkomarê rejîma Îranê, “Şehîndoxt Molavêrdî” bi sûçê dana zaniyariyan û belgeyên rêzbendîkirî yên nihêniyên hestiyar û herwisa teblîx bi dijî rejîmê, bi 2 sal û 6 mehan hepskirinê hate cezadan.

Roja Şemî 5ê Kanûna Pêşîn, piştî pêregihîştin bi sûçê“Şehîndoxt Molavêrdî” li taya 15 a dadgeha înqilaba Îslamî li bajarê “Tehran”ê, ew bi tawanbar hate naskirin.

 “Şehîndoxt Molavêrdî”, berê jî di dadgeha cezadana 2 a bajarê Tehranê de bi sûçê haydana bo gendelî û “Fehşa” û balkêşandina kesan bo aliyê “rêderketinên seksî” bi tawanbar hatibû nasîn û cezaya wê hatibû birîn.

Berê jî hejmarekî zêde ji berpirsên payebilind yên rejîma Îranê bi sedemên cur be cur û bi taybet sîxurî bo Îsraîlê hatibûne sûçdarkirin û di dadgehên rejîmê de bi tawanbar hatine nasîn.