Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cihgirê Meclîsa rejîma Îranê û digel Spaha Pasdaran a terorîst gef li Amrîkayê xwarine

13:27 - 1 Nîsan 2020

Cihgirê Meclîsa rejîma Îranê û herwisa Spaha Pasdaran a terorîst, gefê li Amerîkayê û jinavbirina Îsra`îlê dixwin.

Cihgirê Meclîsa rejîma Îranê, “Husên Emîr Ebdullahiyan” gefê li Amerîkayê dixwe, ku her şaşiyeke leşkerên Amerîka di Îraqê de, bêşik dê bibe sedem ku hêzên Amerîka bi lezgînî ji deverê derkevin û Îsra`îl jî dê rastî jinavçûna yekcarî bibe.

Wî berpirsê rejîma Îranê li ser rûpela xwe a Twitterê gef li Amerîkayê xwariye û nivîsiye, ku cihgîrkirina dubare ya hêzên Amerîka û kiryarên leşkerî di hundirê Îraq û deverê de, şerekî pîskolojî ye.

Herwisa di roja Sêşemî 12`ê Xakelêwe de, Spaha Pasdaran a terorîst gef ji Amerîkayê xwar û di daxuyaniyekê de bas kir ku, biçûktirîn şaşiya leşkerî ya hêzên Amerîka dijî rejîma Îranê, dê dawî şaşiya wan be û berteka wê ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve dê bi awayekê be ku derfeta puşmanbûnê jî nade wan û berteka wan dê bi awyekî micid û wêranker be ku di hizra wan de cih nebe.

Roja Înê, 8`ê Xakelêwe, Wezareta Berevanî ya Amerîka, Pêntagon, bona jinavbirina Ketayîba Hizbullah a Îraqê a girêdayê rejîma Îranê, terhek darêtiye ku armanca wê terhê jî, jinavbirina yekcarî ya wê heza terorîst a girêdayê rejîma Îranê ye.