Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çil sal bi ser komkujiya parêzgeha Urmiyê re derbaz dib e

12:12 - 2 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Îro 11`ê Xermanan, Çil sal bi ser komkujiya xelkê çendîn gundên parêzgeha Urmiyê re derbaz dibe.

Îro Çil sal bi ser komkûjiya xelkê çendîn gundên parêzgeha Urmiyê re derbas dibe, li rêkevta 11`ê Xermanan 1358 (2`ê Îlona 1979`an) rejîma kevneperest a Îranê êrîşê ser çend gundên nêzîk bajarê Neqedê ên bi navên “Qarnê û Qelatan” kir û, di wê êrîşa dirindane de dehan welatiyên kurd bi awayekî dirindane hatin kuştin.

Rejîma bi nav Îslamî bi awayekî dirindane êrîş kire ser wan gundan û 68 welatî bûne qurbanî.

Ew komkujiya di demekê de rû da ku, hêşta wajoya fitwaya Xumêynî hişik nebibû, carek din destkirin bi kuştina welatiyên Kurd, armanc ji wan êrîşan bi çok de anîna Îrada neteweyekê bû ku dixwest bi nasnama xwe bijî, lê bi sedan komkujiyên wiha nekarîn lê nekarîn netewa Kurd bi çok de bîn in.