Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çîn dibêje Amerîka Korona belav kiriye, Amerîka jî bersiva Çînê da

12:48 - 19 Adar 2020

Wezareta Derve ya Amerîka bersiva rexne û tuhemtên Çînê da, ku ragehandibû,  Amerîka Vîrûsa Korona yê li Çînê belav kirîye.

Berpirsekî pile Bilind Ji Wezareta derve ya Amerîkayê gote mêdyayên welatê xwe, ew tuhmetên Çînê ne berpirsyarane ye, û nahêne qebulkirin.

Berî çend rojan, berpirsekî Çînê, bi navê Wezareta Derve ya Çînê ragehandibû, ku Amerîka dest di belavkirina vîrûsa Koronayê de heye li bajarê “Wihan” a Çînê.

Wezareta derve ya Amerîkayê ragehandîye jî, Waşintunê cehd kir ku alîkarîya Çînê bike bo rêgirtinê ji belavbûna wê vîrûsê, lê wan ti bersiv nedan.

Herwisa wî berpirsê pile bilinde wezareta derve ya Amerîka got: Heke Çîn dixwaze wek hêzeke mezin reftarê bike, divê rêzê li urfên navdewletî bigre û pabend be bi bingehên azadî ya rojnamevanî.

Roja Çwarşemiyê  jî, Çînê 3 nûçegehanên rojanemeyên Niyoyok Taymiz, Woll Sitrît û Waşintun Post ji welatê xwe derkirin.

Hikumeta Çînê bi avayê nefermî û di hinek ragihandinêt xwe de, dibêje ku Amerîka bi meqseda rikeberî û herifandina abûriya Çînê, ew Vîrûs belav kiriye.

Hinek Rojname û media yên Amerîka jî dibêjin ku ew Vîrûs di Çînê de peyda bûye û niha hemî cîhan girtiye.