Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çîn dixwaze welatê Îranê bike navendeke sîxurî di cîhanê de

13:45 - 9 Îlon 2020

Çîn û rejîma Îranê ku bi berdewamî pêwendiyên hemûalî zêdetir kirine, di girêbesta 25 sale ya di navbera wan de, biryar e ku Çîn, Îranê bike navendeke mezin a sîxurî di cîhanê de.

Pêka zaniyariyan ku nûçegihanê Birîtaniyayê, “Saymon Watkînz” ji zimanê çavkaniyên di hundirê Îranê de belavkiriye, qonaxa bê ya girêbesta 25 sale ya di navbera Îran û Çînê de, avakirina sîstema sîxurî û şerê Saybêrî di qiraxav a Çabeharê de ye.

Ew sîstem bi awayekî berfireh, dê xelkê Îranê kontrol bike û wekî sîstema kontrol di Çînê de ye. Pêka wê girêbestê di dawiya wê stratejiyê de Îran dibe parek ji cugrafiya siyasî ya welatê Çînê.

Biryar e ku ew gelaleya sîxurî di meha Xezelwer a îsal de bê cîbicîkirin û xelkê Îranê bikevin bin wê çavdêriyê.

Pêka wê gelaleyê, Çîn 10 milyon kamêrayên çavedêrî yên “CCTV” di 7 bajarên pir nifûs de û 5 milyon kamêrayên “CCTV” di 21 bajarên din yên Îranê de damezirîne.

Hemû kamêrayên Çavedêrî dê rasterast ji aliyê dewleta Çînê ve bêne kontrolkirin, di paşerojekî nêz de heta reftarên kesîn yên xelkê jî dê bêne kontrolkirin.

Ji aliyekî din ve, Çîn ku mezintrîn sansorkerê înternet di cîhanê de ye, dixwaze mînaka înterneta netewî ya xwe di Îranê de ava bike û di tenîşta wê de, zimanê Çînî bi cihê zimanê Îngilîsî hînî xelkê bike.  

Pêka wê gelalê, karxane û navendên aborî yên Çînê, dê tayên xwe di Îranê de ava bikin. Herwisa hêza leşkeriya Çîn dê bê Îranê û di navendên leşkerî û balafirxaneyên “Hemedan, Bender Ebas, Çabehar û Abadan”ê de cihgîr bibin.

Pêka zaniyariyan, di heyamên çend mehên bê de, dê nêzî 50 hezar leşker û milîsên leşkerî yên Çîn û Rûsiyê dê bona parastina kompaniyên Çînê bêne Îranê.

Karnasên siyasî bas dikin ku ew girêbesta di navbera Çîn û Îranê de, firotina cugrafiyaya Îran bi welatekî bîhanî re ye.