Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çîn gaza Îranê 100 Dolar kêmtir dikire

10:32 - 15 Kanûna Paşîn 2022

Pêka nûçeyên belavbûyî, welatê Çînê gaza “LPG” ya Îranê 100 Dolar kêmtir ji nirxa gaza Erebistanê dikire.

Nirxa tonek gaza LPG ya Erebistanê nêzî 710 heta 740 Dolar e; Eva jî di halekê de ye ku welatê Çînê gaza Îranê 100 Dolar kêmtir ji gaza Erebistanê dikire.

Çîn mezintirîn bikirê gaz û nefta Îranê ye; Berê jî hatibû zanîn ku Çîn nefta Îranê 5 Dolaran erzan ji ya bazarê dikire.

Welatê Çînê di sala 2019an de nêzî 4.94 milyon ton gaza Îranê kirîbû û di sala 2020an de ev yeka dakete 3.85 milyon ton û ew hejmare di çend mehên destpêka sala 2021an de giha bi 2 milyon. Amara giştî ya sala 2021an ya şandina neft û gaza Îranê bo welatê Çînê hêj nehatiye belavkirin.

Eva jî di halekê de ye ku bi sedema dorpêçên aborî yên li ser Îranê, ew rejîme bi dizî ve neft û gaza Îranê bi kêmtirîn nirx difiroşe welatê Çînê.