Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çîn ji Rêkeftineke Neftê ya Îranê vekişiya

10:42 - 7 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Wezîrê Niftê yê Îranê dibêje kompaniyeke Niftê ya dewleta Çînê ji rêkeftineke vejandina zeviyeka gaza xwezayî ya li gel Îranê vekişiya ku bi Nirxa 5 Milyar Dolar ane .

Kompaniya Total a Firensî jî berî demekê ji vê rêkeftinê vekişiyabû.

Bijan Zengene roja Yekşemiyê ragihand, wê Îran bi tenê xwe zeviya neftê ya Parsa Başûr  pêş bêxe.

Zengene sedema vekişîna Çînê diyar nekir û berpirsên pêşîn  jî ti axaftin di vê derbarê de nekirine.

Piştî rêkeftina sala 2015an di navbera Îranê û hêzên mezin ên cîhanê ên naskirî bi 5+1 de, Rêkeftina Parsa Başûr bo 20 salan di navbera Îran û Çînê de hatibû imzekirin.

Piştî vekişîna Amerîka ji rêkevtina navokî û sepandina cezayan bi dijî Îranê, kompaniya a mezin a Firensî Total jî ji rêkeftina di gel Îranê vekişiya.

Tê zanîn, Çîn di nava şerekî bazirganî de ye li gel Amerîka, lê vekişyana ji rêkeftina di gel Îranê, Çîn dixwaze  xwe ji ceza û givaşan dûr bêxe.