Serokê Odeya Hevpar a Bazirganiya Îran û Çînê “Mecîd Herîrî” îdi`a kiriye ku welatê “Çîn”ê perê firotina nefta Îranê blok nekiriye, belkî ev perê qeyd kiriya Îranê ye ku, ji aliyê welatên derve bo welatê “Çîn”ê veguhastine û niha îmkana vê yekê nîne ku wê pereyî bo Îranê bizivirînin.
Herwisa “Herîrî” gotiye me peywendiyek du hezar salan digel “Çîn”ê heye û ew gotinên ku li derheq peywendiya dinavbera Îran û Çînê tên gotin, çewtin û kesên li dijî me dixwazin bi wî awayî hizir û raman giştî li hember me têk bidin.
Ew karbidestê rejîmê ev yeka red kiriye ku, nefta Îranê ji sedî 70 xwartir ji nirxa cîhanî tê firotin, herwisa beşek ji naveroka belgenameya hevkariya dinavbera Îran û Çînê de jî ku behs ji dana giravekê ji wî welatî re dike red kiriye.
Navbirî diyar kiriye, beşek ji wan kelûpelan ku li welatê Çînê havirde dikin tenê, xwarine bo xelkê Îranê lewma, nikarin alavên yedek bo pîşeyê havirde bikin û geşe bi karê berhemanînê bidin.
Li Xakelêwa sala 1400`an, belgenameya hevkariya di navbera Îran û Çînê hatiye wajo kirin, ew dem hejmarek zêde ji rexinegiran ew girêbest wekî girêbesta “Turkemençayî” hesab kirin.