Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cinayeteke dinêye rejîmê li Urmiyê

12:04 - 9 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Hêzên cinayetkare rejîmê Ciwanekî 19 salî bi hegera lêdan û kutana bê rehmane kuştin.

Nuçegehaniya ’HRNA’ Saziya Mafê Mirov li Îranê de, Ciwanekî xelkê Bajarê Urmiyê bi nave Elî Xudayî bi hegera lêdan û kutana hêzên dijî geliye rejîmê cane xwe ji dest da.

Hêzên rejîmê li wî ciwanî xistine û bo heyamê Hefteyekê li hale Komayê de bûye û li encamê de cane xwe ji dest da.

HRNA yê ragihand ku hêzên rejîmê tenê bi hegera nebûna moleta hajotinê bo mirinê wî Ciwanî dane.

Pêka gotina malbata wî Ciwanî, wî bi Matorê karê gehandinê dikir û li rêka wî karî vê, nanê rojaneye xwe û malbata xwe peyda dikir.

Piştî mirna wî Ciwanî, malbat û kesûkarên wî rijiyane ber derê Îdara Polîs û hêzên bikuje Ciwanê navbirî û dest kirne bi nerizayetiyê û daxwaza pêregehîştin û cezadana wan cinayetkaran kirin.