Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cinayetekî gelek hovaneye rejîma Îranê ku wîjdana mirovayetiyê dihejîne

13:05 - 4 Hezîran 2020

Hêzên çekdare rejîma komara Îslamiya Îranê di cinayeteke hovane de, Maşînên hilgirê Efxaniyan dane ber desrêjiya Gullan 16 kes kuştin û birîndar kirin.

Roja Çarşemiyê e ê meha Hezîrana 2020 an, hêzên mirov kuje rejîmê, li Kemerbendiya bajarê Yezd ê, Maşînên hilgirê Efxanî dane ber desrêjiya gullan ku di encamê de 16 Efxanî ku di nava Maşînan de bûn, hatne kuştin û birîndar kirin.

Di encama Teqa hêzên rejîmê Maşînan Agir girtin ku hinek Efxanî ku hatibûne kuştin û hinek jî di maşînê de birînda bibûn, Cinazê wan jî di gel maşînê şevitîn.

Ev cinayeta hovane ya rejîma Îranê wîjdana mirovatiyê hejand.

Ev dîmenane gelek cihê dilgiraniyê ne.

Heyamê 2 mehan berî niha jî, nêzîkî 50 penaberên Efxanî ji aliyê hêzên Îranê ve, piştî lêdan û kuştina hinekan, hatibûne firedanê bo nava Rûbarê Avê ku bû sedema berteka dewleta Efxanistanê û hela ev kêşe dawî pênehatie, ewa jî hate ser.