Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cinayetên rejîma Îranê li dijî xelkê Efxanistanê berdewam e

13:29 - 10 Hezîran 2020

Terorîstên rejîma Îranê di bajarê “Bem” a parêzgeha “Kirman”ê de çend kes ên xelkê Efxanistanê dane ber gulleyan û di encamê de çend kes hatine kuştin û birîndarkirin.

Roja Sêşemî, 9`ê Hezîranê, hejmareke xelkê Efxanistanê di maşînekê de, li ser pira bilind a bajarê “Bem”ê ya parêzgeha “Kirman”ê, rastî gullereşandina hêzên Îtila`ata rejîma Îranê hatin û di encamê de çend kes hatin kuştin û çend kesên dinê jî birîndar bûn.

Rejîma Îranê reftarên xwe yên dûr ji mirovahiyê digel xelkê “Efxanistan”ê didomîne û di heyamek beriya niha de jî li ser sînorê Efxanistan û Îranê, hêzên rejîmê çend kesên din ên Efxanî bi awayekî dirindane kutabûn û bi derba çek û gefan ew xistibûne nav ava çemê “Herîrûd”ê, û di encamê de 23 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Herwisa 3 Efxaniyên dinê jî di bajarê “Yezd”ê de li encama teqeya polîsên rejîmê di nav agir de şewitîbûn û 8 kes jî birîndar bibûn.

Rejîma Îran heya niha çendîn caran xelkê koçber ên Efxanî kuştine û ew kiryarên rejîmê dûr ji mirovahiyê ne.