Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cinayetkar û xwîn mijekî ku qatilê serê dehan hezar kes ji xelkê Îranê bû, pê Koronayê mir

11:51 - 10 Kanûna pêşîn 2020

Axundê cinayetkar, Mihemed Yezdî, Serokê berê yê dezgeha binav dadveriya rejîmê, bi sedema vîrûsa Koronayê mir û bi wî cureyî cinayetkarekî bêrehm kêm bû.

Roja Çwarşemî 10ê Kanûna pêşîn a 2020an, Şêyx Mihemed Yezdî serokê şêwra bilinde civata miderisên hewza ilmiya Qumê û nûnerê meclisa Xibrigana rêberî, di temenê 89 saliyê de mir.

Navê wî cinayetkarî bo hemî xelkê Îranê û bi taybetî bo gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê re, navekî naskiriye.

Ew Axundê cinayetkar bi wê mirna xwe, karî ji dest dad û jêpirsîn û ceza wergirtna xwe ji aliyê xelkê ve, xelas be.

Wî bêrehmî di serdemê deshilata xwe de bi ser dezgeha qezayî ya rejîmê, hikmê kuştina dehan hezar xortên Îranê der kiriye.

Bi taybetî hezaran xebatkarên siyasiye Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê, bi biryara wî hatne sêdare dan û tîrbaran kirin, xwîna dehan hezar kesî li ustê wî bû, diba ew bi destê edaleta xelkê û malbatên qurbaniyan bihatiba ceza danê.

Ew cinayetkarê ku têniyê xwîna xelkê bû, bona kuştarê kesê 2yem yê rejîmê bûye.

Wî zaf berpirsayetî hebûn, weke,, Nûnerê meclisa rejîmê, Cêgirê serokê meclisê, Endamê şêwra nobedar, serokatiya dezgeha qezayî bo heyamê 10 salan, Nûnerê meclisa xêbrigana rêberî, Endam di şêwra pêdaçuna qanûna bingehîn.

Herçiqas Yezdiyê cinayetkar mir û cinayetkar û xwîn mijek û qatilê serê xelkê Îranê kêm bû, lê ew hesreta ma dilê malbat û dayîk û babê dehan hezar qurbaniyên ku Yezdî hikmê kuştina wan daye, ku nebû qismet ew di dadgeha xelkê de bikeve ber cezayê kiryar û cinayetên xwe.