Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çinebûn û kêmiya Rûnê xwarinê di Îranê, bûye kêşeyekî mezin bo xelkê

12:23 - 23 Kanûna Paşîn 2021

Rûnê xwarinê di Îranê de bi kêmî peyda dibe û di hin cihan de jî nebûna Rûn bûye sedema pirsgirêkên micid ên xelkê Îranê û sefên dûr û dirêj yên kirîna Rûn, bûne sedemê tûşbûn xelkê bi vîrûsa Koronayê.

Heyamekî zaf e ku, kêmbûn an peydanebûna Rûnê xwarinê ku wekî hewcehiyekî serekeye jiyana rojaneye xelkê tête hisabê,  bûye sedema çêbûna sefên dirêj an kombûna xelkê li ber derê “Super markêtan”  ku, bikarin Rûn bikirin, lê bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê, kombûn û qerebalixiya xelkê li wan cihan, bûye gef li ser tenduristî û canê xelkê Îranê.

Li çendîn bajarên Îranê wekî: “Birûcêrd, Abadan, Bajarê Dalaho (Kirind) û dergez”ê Rûnê xwarinê bi qasa herî kêm û bi nirxeke bilind bi xelkê tê firotinê.

Peydabûna Rûnê sexte, gefeke micid û metirsîdare li ser tenduristiya xelkê Îranê, Berpirsên Îranê ti rêkarek bona dabeşkirina qasa hewce ya Rûn tinînin.

Herwisa rejîma Îranê ti çavdêriyek li ser cor û awayê firotin û nirxa Rûn tinîne.