Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cineyetên Spaha Pasdaran a terorîst berdewamin

12:59 - 9 Hezîran 2020

Spaha Pasdaran a terorîst, di parêzgeha “Sîstan û Belûçistanê” de, hespên xelkê Kuştin û agir berdanê

Roja Duşemî, 8`ê Hezîranê, li dewera “Esen” a girêdayê bajarê “Serawan”ê di sînorê “Kelegan” de, xelkê ku mijûlî kar bûne rastî êrîşa hovane ya Spaha Pasdaran a terorîst hatine û wan hêzên rejîmê, hespên xelkê dane ber gulleyan û piştî kuştina hespên wan, agir berdane wan hespan.

Wan hêzên rejîma Îranê gotine ku barên wan hespan madên hişber bûye, lê xlekê vê dewerê ew gotin a Spaha Pasdaran a terorîs bi nerast dane xuya û gotine kû xelkê dewerê bi tenê ticareta emrazên sade dikin û bi wî awayî nanê xwe yê rojê bi dest ve tînin û ticareta madên hişber ji aliyê qaçaxçiyên mezin bi kamiyonan û bi alîkariya Spaha Pasdaran, di rêyên sereke de tê kirinê.

Herwisa, di roja Yekşemî, 7`ê Hezîranê, 20 hespên kasibkarên ser sînor, di nêzîk bajarê Şinoyê, ji aliyê Spaha pasdaran a terorîst ve, bi reşanadfina gulleyan, ji naw birin.

Rjîma Îranê bi taybet Spaha Pasdaran a terorîst bona perdepoşkirina kiryarên xwe yên terorîstî û alîkarî bo tacirên madeyên hişber û ticareta wê ji aliyên kesên girêdayê rejîmê ve, dest bi kuştina xelkê bêtawan li ser sînoran dike û bi kiryarên hovane wekî agirberdan bi hespên xelkê, rûyê xwe yê hov û reş nîşan didin.