Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cîşûl-Edilê di telikekê de tiromibîlleke leşkerî ya rejîma Îranê kire armancê xwe

12:22 - 26 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Saziya Cîşûl-Edilê di encam dana telikeke teqîneveyî de, tiromibîlleke leşkerî ya rejîma Îranê di bajarê Zahidanê de kire armancê xwe.

Roja Sêşemî 25`ê Hezîrana 2019`an, Saziya Cîşûl-Edilê di daxûyaniyekê de belavkiriye ku, hêzên wan bi danîna telikekê teqîneveyî ku li ser rêya tiromibîlla leşkerî ya rejîma Îranê di bajarê Zahidanê de danîbûn, di wê teqîneveyê de du hêzên leşkerî ên rejîma Îranê bi tijwar hatine birîndarkirin.

Herwisa wî Saziya Cîşûl-Edilê di heyama çend mehên derbasbûyî de, li êrîşeke leşkerî, li ser binkeyeke rejîma Îranê çendîn hêzên leşkerî ên rejîma Îranê desteser kiribûn.

Rejîma terorîsta Îranê bi berdewamî xelkê parêzgeha Belûçistanê tepeser dike û ev neteweya ku nêzîkî 8 milyonî heşîmeta wê ye, lê wekî qewimekê bi nav dike û Belûç neteweyeke ku %8 ji heşîmeta Îranê pêk tine.

Cîşûl-Edil, Saziyeke ku bo maf û rizgariya neteweya belûç, xebatê dike.