Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civaka Îranê dibe qurbaniya siyasetên êdolojî yên rejîma Îranê

14:00 - 27 Adar 2019

Kurdistanmedia: Kirîzên Îranê di hemû warî de sînorên xwe derbazkirine, û Bodca hewce jî bo çareserkirina arîşeyan di wê warî de nahê dabîn kirin.

Welatê Îranê weke welatekê ye ku di warê rûdawên sirûştî de, her gavê dibe çavnihêr bin ku rûdawên sirûştî rû bidin, rûdawên sirûştî weke erdheja bajarên “Bem û Kirmaşan”ê û hatina hûrkê toz û xaliyê, herifîn û daketina erdê, û rûdawên din berdewam yê rû bidin.

Rejîma Îranê di dema diyarîkirina Bodca her salekê de, bûdca navendên mesebî ku tenê girîngî bi êdolojiya tundrewan dide, Bodceyeke zêde bo van diyarî dike, lê Bodca Saziya Birêveberiya Kirîzan di Îranê de, para herî kêm ber dikeve.

Li gorî Bodca sala 1397`an Saziya Birêveberiya Kirîzan nêzîkî 12.75 miliyard Tûmenî pere bo diyarî kiriye, lê, Şêvra Bilind ya Hewza Zanistî ya Qumê 306.3 miliyard Tûmen, Şêvra Siyasetdanînê ya Rohaniyên Înê, 20 miliyard Tûmen, Ofîsa Pirupagende a Hewza Zanistî ya Qumê, 150 miliyard Tûmenî hatiye diyarî kirin.

Di demekê de ku, rejîma Îranê di gel arîşeyên aborî rûbirûiye, para navendên mesebî di Îranê de zêde kiriye û nehatiye kêm kirin.

Pêka yasaya serekî ya rejîma Îranê jî, para Saziya Birêveberî tenê 5 ji sedî beşa giştî ya Bodca Îranê ye.