Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civanek li devera Biradost a girêdayî bajarê Urmiyê bi sedema teqîna mînê bi dijwarî birîndar bû

17:28 - 28 Nîsan 2022

Roja Çarşemî 27ê Nîsanê, civanek 18 salî yê bi navê “Hebîb Hatemî Sînabadî” kurê Celal û xelkê gundê “Koran”ê girêdayî devera “Soma” girêdayî bajarê Urmiyê bi sedema teqîna mînek a rejîma Îranê bi dijwarî birîndar bûye.

Ew civanê 18 salî di dema çêrandina ajelên xwe de li navbera gundên “Navcihan û Exiyan”ê li devera Biradost, rastî teqîna vê mînê hatiye.

“Hebîb Hatemî Sînabadî” bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya “Xumêynî li bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Bi sedema milîtarîzebûna devera Soma û Biradost ji destpêka salên 60an ve heta niha û hebûna rêjeyek zêde ji binkeyên nû û Kevin ên spaha Pasdaran a terorîst û hêzên ewlehî û leşkeriyên din ên rejîma Îslamiya Îranê li deverê, meydanên mînan li derdora wan binkeyên rejîmê hatine danîn

Herwisa li hemû sînorên devera Soma û Biradost digel Bakûrê Kurdistanê bi rêjeyek zêde meyadanên berfireh yên mînan li searnserê sînor hatine danîn, bi vê sedemê rengehiya teqîna mînan li vê deverê gelek zêde ye û bûye gefek gelek micid li ser canê xelkê.