
Ciwanekî Kurd ê xelkê bajarê “Şino”yê li parêzgeha Urmiyê, li Festîvala film a “Dare Qeysî” ya Ermenistanê xelata hakimên wê ferstîvalê bi dest xist.
Di wê festîvalê belgefîlman de li Ermenistanê, derhênerê Kurd “Hêmin Xalidî” pileya baştirîn derhêner bi belgefîlma “Balore”yê bi dest xist.
Ew festîvale li rêkefta 31ê Gelawêjê heta 7ê Xermananê li welatê Ermenistanê bi rê ve çûbû.
“Balore” yek ji şêwazên stranên Kurdî ye û di wê belgefîlmê de derhêner hewl daye ku rola wê core staranê di jiyana dijwar û tejî tekoşîna jinên kurd de bide nîşandan.
“Hêmin Xalidî” xwendkar e û ew belgefîlme yekem berhema wî derhênerê Kurd e.