Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civata Nivîserên Îranê li ser sansorên rejîmê daxûyaniyek belav kir

09:57 - 4 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Civata Nivîserên Îranê bi boneya roja berbirûbûna sansorê, li ser sansora zêde ji qas, a rejîmê daxûyaniyek belav kir.

Civata Nivîserên Îranê, roja Yekşemî 11-ê Sermaweza 1397-an, bi boneya 13-ê Sermawezê ku bi roja berbirûbûna sansorê hate destnîşankirin û hevdem digel 20.emîn salvegera zincîre tawanên reşekujî ên rejîmê û kuştina “Mihemed Muxtarî” û “Mihemmed Ce`ifer Pûyende” du endamên çalak yên wê civatê, li ser sansorên be sînor ên rejîma Îranê di hemû warekê de, daxûyaniyek belav kir.

Di vê daxûyaniyê de îşare bi vê yekê hat kirin ku di gel serkuta xelkên nerazî ên Îranê ji aliyê demûdezgehên Rejîma Komara Îslamî û sansorên dengê nerazî, dengên nerizayetî eşkeretir û tundtir bûne, bixasmanî di wan salên dawiyê de, heta dengê nerizayetiyê ji aliyê nivîseran û hunermendên qata parêzekar ve jî tê bîstin.

Di daxûyaniya Civata Nivîserên Îranê de, ku bi boneya dehemîn salvegera berbirûbûna sansorê hatiye belavkirin, hatiye nivîsandin: “Yek ji peyamên herî xirap ên ew hemû gef, qedexekirin, çavdêrî, pêdeçûn û hwd..., eva ye ku ewane hemû xwesansor an sansorên derûnî ne, û her şêwe sansoreke fermî an nafermî, bandora nerînî û xirap li ser derûn, bîrkirin, ziman, pêwendiyên ferhengî û civakî ên mirov dibe”.

Di beşekî dina wê daxûyaniyê de li ser rewşa sansorên rejîmê û dijsansoriyê di civaka Îranê de hatiye: “Sansora fermî û nafermî bi her awayekî gefek be bo ser azadiya ramanê, dibe bi kiriyar di nava civakê de bêne jinavbirin û hevdem azadiya ramanê bi bê çi rêgirî û têbîniyekê, dibe bê yasayîkirin.

Di  beşa dawiya vê daxûyaniyê de jî daxwaz ji hemû hunermendan, nivîseran û hemû qatên ku li dijî sansorê di civaka Îranê de ne hatiye kirin, heya roja 13-ê Sermawezê bîranîna roja berbirûbûna sansorê, bi hemû awayekî têbikoşin, û ew roja li cîhana rastiyê û hemû torên civakî de bibe roja dijberên sansorê û dijberî digel sansorê.