Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civîna aştiya Efxanistanê bê beşdariya Îranê, bi rê ve çu

11:13 - 19 Adar 2021

Di civîna aştiya Efxanistanê de, tekezî hate kirin ku piştewaniya ji nû çêkirina imarata Îslamî nayête kirin.

Roja Pêncşemî 18ê Adarê, Civînek li jêr navê aştiya Efxanistanê li Misko yê de hate li darxistin, ku şandên dewleta Efxanistanê û girûpa Taliban, nûnerên welatên Amerîka, Pakistan, Çîn, Rûsiye û Qeterê, tê de beşdar bûn.

Zêde barî evê ku di heyamê derbas bûyî de rejîma Îranê gelek cehd kir ku xwe wekî yêk ji aliyên wê dan û sitandinê bide xûya, û girûpa Taliban gazî dikire tehranê, lê rejîma Îranê bo wê civînê nehate gazî kirin û tu hisabek jêre nekirin.

Encama wê civînê ewe ku divê dewleta Efxanistanê û girûpa Taliban bigehne aştiyekê û bi bê dest têverdana derekî bikarin dawiyê bi kuştar û aloziyên di nava wî welatî de bînin.

Aliyên beşdar zêdebarî evê ku di cehda çêkirina aştiya Efxanistanê dene, lê tekezî kirin ku em pişetwaniya çêkirina Imarata Îslamî ji aliyê Taliban ve nakin.

Amerîka û Rûsiyê daxwaz ji Taliban kirin ku pêbendê soza xwe be bo aştiyê.

Mela Ebdulxenî Berader ku serokê şanda Taliban di wê civînê de bû, got: em jî daxwazkarê piştewaniya aliyên beşdar di wê civînê ne heta ku em bikarin deshilatekî Îslamî ku hemî aliyên welat tê de xwe bibînin, pêk bînin.