Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civîna berpirsên çendîn welatan li Bexdayê bi dawî hat

13:05 - 29 Tebax 2021

Civîna navnetewî ya li bajarê bexdayê ku bi beşdariya berpirsên payebilindên çendîn welatên wekî Feransê û welatên Ereb û derdora Îraqê û bi armanca hevkarî û beşdarîkirin bo kêmkirina aloziyan hate lidarxistin.

Roja Şemî, 28ê Tebaxê, beşdarbûyên civîna Bexdayê ku ji berpirsên welatan wekî Serkomarê Feransê Emanoêl Makron, û berpirsên payebilind ên welatên Ereb û herwisa derdora Îraqê bo aramkirina rewşa aloza devera Rojhilata Navîn hatiye lidarxistin û beşdarbûyên kombûnê li ser piştevaniya xwe ji Îraqê û herwisa rasestan li dijî terorîzmê tekezî kirine.

Dê wê civînê de ku Serkomarên Misrê û serkomarê Ordon û Emîrê qeterê jî beşdar bûn, Serokwezîrê Îraqê Mistefa El-Kazimî ragihandiye: “gefên hevparê ên li astên cur be cur, li ser me ne û lidarxistina wê konferansê nîşandeka daxwaza me bo danûsatandinê ye.

Herwisa navbirî bi tekezî ragihand: “Em mifahvergirtin ji axa Îraqê wekî meydana dijayetiyên deverî û navnetewî red dikin”.

Serkomarê Feransê “Emanoêl Makron” di wê civînê de ragihand: Em Îro bo asayîş û aramiya Îraqê beşdarê wê konferansê bûne û em pêbend bi piştevanîkirîn li Îraq û hêzên çekdar ên wî welatî ne û deverê hewcehî bi hewldan û hevkariya digel hev bo rawestan li dijî terorîzmê ye”.

Wezîrê derve yê Îranê “Hisênemîr Ebdullahiya” di wê civînê de Amerîkayê wekî sedema bingehîn a nebûna ewlehiyê binav kir.

Civîna Bexdayê nîşanderê nêztirbûna welatên Erebî bi Îraqê ye lê nezbûna rejîma Îranê bo Îraqê di wan çend salên dawiyê de bi tenê alozî, kawilkarî, afirandina fitneyan û geşekirina terorîzm li Îraqê li pey xwe aniye.