Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Civîna bilez a parêzgeha Urmiyê, navendên ewlehî û muxabiratê, di bereberê 13’ê Tîrmehê de

15:56 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Parêzgeha Urmiyê di heyamê çend rojên derbasbûyî de tevî şivrayê ewlehî yê wê parêzgehê civînek lidar xistin ku çendîn bexşname li pêwendî ligel 22’ê Pûşperê derkirin.

Li gor rapora Kurdistanmdia, piştî çalakiyekî berfireh a teblîxî û bilavkirina tirakt û pûsterên taybet bi 13’ê Tîrmehê ji aliyê endaman û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve li parêzgeha Urmiyê ku têde hejmarek ji pirogiramên taybet bi 13’ê Tîrmehê û rênuniyên pêwenîdar bi salvegera terora şehîdên Viyenê hatiye, civînekê bilez bi beşdariya parêzgeha Urmiyê û navenda ewlehî yên rejîm hat lidar xistin ku di vê civînê de bexşnameyek pejirandin û bo walî, bexşdarî, belediyên wê parêzgehê rêkirine.

Di vê namê de daxwaz ji hemû bargeh û organên pêwenîdar ên ser bi rejîma Îranê hetiya kirin ku di roja 13’ê Tîrmehê de, hemû deveran rewşeke ewlehî bi ser de bisepînin û pêşiya girevgirtin û daxistina dûkanan bigrin û pêş bi her cure aloziyekê bigrin.

Herwiha di vê namê de daxwaz ji îdareyên pêwendîdar ên ser bi rejîma Îslamî a Îranê hatiye kirin ku bi hevdengî û bernamerêjîkirin tev yektir, hêla muxabiratê û înternetê di hemû deveran de gut bikin û pêşiya pêwendî û civînên navbera hemwelatiyan di salvegera şehîdan Dr. Qasimlo, Ebdullah Qadirî Azer û Dr. Fazil Resûl de, bigrin.