
Roja 30 ê Tîrmeha 2020 an civîna duyem ya mehkemekirina Esedula Esedî, dîplomat terorîstê rejîma Îranê, ku di bomb dananekê de dest hebû, di welatê Bêljîk ê de bi rê ve çu.
Ewa yekemîn care ku dîplomatekî kardar yê rejîma Îranê bi sûçê dest hebûn di kiryarekî terorîstî de, hankî bi awayê rastewxwe bête dadigehî kirin.
Hevdem di gel Esedula Esedî, 3 kesên dinê jî bi navên Emîr Se`edûnî , Nesîme Neamî , Mêhrdad Arifî, ku di gel wî de dest hebûne, di wê dadgehê de, têne mehkeme kirin,
Di civîna duyem ya mehkemê de, rejîma Îranê gelek cehd kir ku ew dosye bête daxistin, lê di wê civînê de beşdariya Se`edûnî, Neamî û Arfany û îtraf kirina bi kiryara terorîstî , hemî cehda rejîmê pûç kir.
Di wê civîna dadgehê de, dosya wan terorîstan û berdewamiya mehkemê, bo çiqa taybet ya dijî terorê hate hinartin.
Gorî biryara dadigehê, civîna sereke dê roja 7ê meha Sermawezaîsal dê bi rê ve biçe.